Mihemed Ocalan: Hêviya min ji vê dewletê û hiqûqa wê nîne

Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan gilî û gazin kir ku di di cejnê de jî nehiştin ew biçin Îmraliyê û got:
“Hêviyek min ji vê dewletê û hiqûqa wan nîne.”

Mehmet Ocalan dibêje :

“Ev zêdeyî saleke nikarin agahiyê ji birayê xwe werbigirin.

Serlêdanên wan û parêzeran bi hinceta ‘cezayê dîsîplînê’ têne redkirin.

Êdî gotin ji bo vê bêhiqûqiyê nemaye.

Her kes dikare bi malbata xwe û parêzeran re hevdîtinê bike.

Lê belê dema mijar dibe Îmrali vî mafî ji nedîtî ve tên.”

Mehmed Ocalan bi bîr xist ku ev bêhiqûqî li hemberî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî tê kirin.

Ev rewş êdî ji tecrîdê jî wêdetir e, pênaseyeke cuda jê re divê.

Divê Komara Tirkiyeyê navekî cuda li vê bike. Ji ber ku kiryarek bi temamî li dijî kesekî heye.

Mehmet Ocalan nerazîbûn nîşanî partiyên siyasî jî da ku îdîa dikin ku ew demokrasiyê diparêzin lê belê li hemberî vê bêhiqûqiyê bêdeng in.

Back to top button