Hadî Amirî: Wê Hevpeymana Fetih tevlî hikûmeta ku nû wer avakirin nebe

Li Iraqê ji be neavabûna hikûmetê aloziya siyasî kurtir dibe Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî, ragihand ku wê Hevpeyamaniya Fetih tevlî hikûmetê ku nu were avakirin nebe.

Serokê Hevpeymaniya Fetih Hadî Amirî doh derbarê gotegotên ku dibêjin wê ew xwe ji bo serokwezîrtiyê namzet nîşande peyamek belavkir.

Amirî di peyama xwe de got,

“Di demekî de ku gelê Iraqê li benda temamkirina rêkarên desturî yên avakirina hikûmetê ne, hinek medya propaganda wê yekê dikin ku di nava Çarçoveya Hemahengî de nakokî û pêşbaziya ji bo wergirtina postê serokwezîrtiyê çêbûye.

Ev propaganda durî rastiyê ne û ez ne namzetim ji bo posta serokwezîrtiyê.

Hevpeymaniya Fetih tevli hikûmeta nû nabe. Tişta li cem min giring parastina yekrêziya Çarçoveya Hemahengiye.

Her wiha emê piştgirî û hevkariya her namzetek ku Çarçoveya Hemahengî li ser lihevke bikin. Lê em ê tevli hikûmetê nebin.”

Back to top button