Rûsya: Me 34 zarokên Rûs ji Bakur û Rojhilatê Sûrî wergirtin

Hikûmeta Rûsyayê ragihand ku wan 34 zarokên rûs ji kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî vegerandine welatê wan.

Buroya Ragihandinê ya Komîsera Mafên Zarokan li Rûsyayê Maria Lvova Belova bi daxuyaniyekê ragihand ku wan 34 zarokên rûs ji kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî wergirtine.

Li gor wê daxuyaniyê zarokên ku temenên wan di navbera 4 û saliyê de ne bo welatê wan hatine vegerandin.

Her wiha eşkere kir ku ji sala 2018’an ve 513 zarok ji herêma Rojhilata Navîn vegerandine Rûsyayê.

Ev zarokên navborî yên malbatên DAIŞ’ê ne û tim Rêveberiya Xweser daxwaz dike ku ev pirsgirêka zarokan were çareserkirin.

Back to top button