Rêxistina Efûyê ya Navnetewî banga parastina mafê jin û zarok li Talîban kir

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi raporekê diyar kir ku li dijî jin û zarokan li Afganistanê binpêkirinên mafan heye û bang li Talîban kir ku van binpêkirinên xwe rawestîne.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe de anî ziman ku piştî Talîban Afganistan desteser kir, binpêkirinên mafan li dijî jinan û zarokên keç da meşandin.

Rêxistinê hişyarî da ku di serî de aktîvîstên mafên jinan û gelan de di bin metirsiyek de ne.

Hat diyar kirin ku gelê Afgnistanê bi mêrxasî li dijî tundiyê li ber xwe didin.

Her wiha hate gotin, divê civaka navneteweyî jî li kêleka wan cih bigre û mafê jiyana azad, bi rûmet û wekhev bê piştgirî kirin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bang li Talîban kir ku binpêkirinên mafan taybet ên li dijî jin û zarokan rawestîne.

Û daxwaz kir ku demildest dibistan û zanîngeh bên vekirin û astengiyên li pêşiya perwerdeya jin û zarokên bên rakirin.

Back to top button