Girtiyê nexweş Şakîr Turan jiyana xwe ji dest da

Girtiyê nexweş Şakîr Turan ê 70 salî ku li Girtîgeha Tîpa L a bajarê Erzînganê yê bakurê Kurdistanê dihat ragirtin, jiyana xwe ji dest da. Peyama Turan a dawî ev bû: “Ez serbilind im, min gavek jî paşve neavêt.”

Ji bo girtiyê nexweş Şakîr Turan teşhîsa penceşêra qirikê hatibû kirin û di nava 4 mehan de 23 kîloyan zeîf bû.

Bi îdiaya “Alîkarî daye rêxistinê”, 6 sal cezayê hepsê li Turan ê 70 salî hatibû birîn.

Turan ê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Erzînganê dihat tedawîkirin, jiyana xwe ji dest da.

Zêdetirî hefteyeke bû li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin lê agahî bi malbata wî re nehatibûn parvekirin.

Turan ê jiyana xwe ji dest dayî: Ez serbilind im

Kurê Şakîr Turan ragihand ku bavê wî saet di 07.30’an de jiyana xwe ji dest daye û wiha got:

“Bavê min yek bi yek xatira xwe ji me tevan xwest.

Ji me re got; ‘Baş li xwe mêze bikin. Bibin yek. Ez serbilind im û min yek gav paşve neavêt.”

Turan, da zanîn ku dê cenazeyê bavê wî li navçeya Stewrê ya Mêrdînê bê definkirin.

Back to top button