Hîkmet Hebîp: Divê tecrîda li ser Rêber Apo demildest were rakirin

Hevserokên Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Başûrê Kurdistanê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin û dibêjin ku xebat û têkoşîna Rêber Apo ji bo azadiya gelê Kurde le tevî ku hêviya bi milyonan Kurdan û bindestane jî, ev 24 salin bi awayek bêsûc di girtîgehê de tê girtin û gotin; “Pêwîste her Kurdek ji bo azadiya Rêber Ocalan têbikoşe.”

Hevserokê Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Hîkmet Hebîp têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo axivî û wiha got;

“Rêber Apo ji bo gelê Kurd gelek girîng, bibandor û pêwîste, lê di derbarê tenduristî û jiyana wî de em tu agahiyan nagirin.”

Hîkmet Hebîb banga rakirina lezgîn ya tecrîda li ser Rêber Apo kir û daxwaz kir ku divê bi awayek demildest hevdîtinên malbat û parêzerên bi wî pêre bên kirin.

Nahîde Ermîş: Rexistinê mafên mirovan li hemberî tecrîdê bêdeng in

Her wiha Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya Başurê Kurdistanê Nahîde Ermîş di derbarê heman mijarê de nêrînên xwe bi van gotinan anîn ziman:

“Rêkxistinên mafên mirovan û rêxistinên navnewî li beramberî kiryarên dewleta Tirk yên li dijî Rêber Apo bêdeng û bêhelwestin.

Nahîde Ermîş di dawiyê de wiha got; Ji bo vê jî pêwîste her kesekê Kurd li Kurdistan û cîhanê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo têbikoşe û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bike.”

“Tecrîda li ser Rêber Apo li ser jinê ye”

Back to top button