2. Salvegera şehîdên komkujiya Xelîfanê

2 sal bi ser komkujiya Xelîfanê re derbas dibin.
Malbatên şehîdên Xelîfanê dehwa cenazeyên zarokên xwe dikin.
Malbat xiyaneta PDK’ê weke xeterî li dijî hebûna Kurdan bi nav dikin.

17’ê Nîsana 2021’ê artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kir.

Hevkariya PDK’ê ya bi nav êrişan re bi rengekî şênber derket pêş.

PDK’ê jî ji aliyê xwe ve li Heftanîn, Metîna, Avaşîn û Xakurkê rê li dor gerîla girt û rê da êrişan.

Ne tenê ev PDK’ê li Xelîfan komkujî pêk anî.

3’ê Cotmeha 2021’ê HPG bi daxuyaniyekê raghand ku şeva 28-29’ê Tebaxê,

li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê yekîniyeke wan ketine kemîneke ku PDK’ê danîbû.

Yekîneya HPG’ê ya ji 7 kesî pêk dihat, piştî çemê Zê derbas kirin ketin kemînê û gule li wan hate reşandin.

Di encamê de 6 gerîla şehîd bûn.

Ev gerîla ji bo li Heftanîn, Metîna, Zap û Avaşînê li dijî dagirkeriya Tirk şer bikin, ji qendîlê berê wan li Behdînanê bû.

Di nav komê de, Fermandarên HPG’ê Şoreş Mardîn û Tolhildan Raman hebûn.

Bi hevalên xwe Axîn, Brûsk, Serdem û Serwer, re şehîd bûn.

Şoreş û Tolhildan, li Rojava û Brûsk jî li Şengalê li dijî DAÎŞ’ê şer kirin.

Ji yekîneya HPG’ê yê ji kemîna PDK’ê rizgar bibû, gerîla Hakî Zîlan e.

Hakî Zîlan pir bi zelalî bûyera rûdayî vedibêje:

Êrişeke giran û ji çar aliyan ve fîşek dihatin reşandin.

Em li gorî sîstema gerîla dimeşiyan û ez li herî dawî bûm.

Bi gulereşandinê re hevalên li pêş birîndar û şehîd bûn.

Min bang li wan kir, piştî bersiv nedan fikirîm ku şehîd bûne.

Bi qedemeyekê min xwe vekişand û li nava tehtan xwe veşart.

Sibehê wesayitên PDK’ê hatin cihê êrişê hevalên birîndar jî şehîd xistin û cenaze birin.

Bêçek û bêpêlav 16 rojan bi rengekî veşartî meşiyam û min xwe gihand hêzên HPG’ê.

26’ê Tîrmeha heman salê û dîsa li Xelîfanê 3 gerîla di kemîneke hêzên PDK’ê de şehîd bibûn.

Li gel daxuyanî û bangên HPG û raya giştî ya Kurd, rayedarên PDK’ê ne daxuyanî dan û ne jî cenaze radestî malbatên wan kir.

Lewre Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo wergirtina cenazeyên şehîdan,

5’ê Cotmeha 2021’ê konê çalakiyê li dergehê sînorî yê Sêmalka vegirtin.

Tevî dewama çalakiyê ya 111 rojan û şandina şandeyan ji dayîkên aştiyê û ji malbatên şehîdan,

PDK’ê xwe li bêdengiyê danî û cenaze radest nekir.

Heya niha jî malbatên şehîdên Xelîfanê daxwaza cenazeyên zarokên xwe dikin.

Yek ji wan jî malbata şehîd Tolhildan Raman a ji Rojavayê Kurdistanê ye.

Ji bikaranîna çekên kîmyawî heya bi şewtandina daristanên kurdistanê ji Heftanînê heta Xakurkê, PDK bi dewleta Tirk re hevkar e û xiyaneta xwe didomîne.

Zêdeyî 10 sal in piştgiriya êrişên hewayî bi dewleta Tirk re dike.

Back to top button