Ji mewsima 2023-2024′an re amadekiriya 16 sinifên Genim tên kirin

Desteya Çandinî û Avdanê ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di çarçoveya plana çandiniyê de, sinifên herî baş bi buhayeke guncaw belav kirin.

Şêwirmendê Saziya Giştî ya Pirkirina Tovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Meimê da zanîn ku niha sazî bi rêya gelek navendên xwe li ser seradkirin û dezenfektekirina genim dixebitin.

Meimê diyar kir ku navendên vê yekê jî li Dêrik, Qamişlo Hesekê, Dirbêsiyê, Til Elo û navenda Kebiş li Reqayê ye.

Desteyê sala borî tov bi buhaya 2 hezar û 300 lîre li cotkaran belav kirin.

Her wiha tov ji cotkaran bi buhaya 48 centan kirî.

Lê heta niha buhaya tovê ku dê îsal li cotkaran belav bike, diyar nekiriye

Tovên li cotkaran dê werin belavkirin, di mekanîzmeyên seradkirin û dezenfektekirinê re derbas dibin.

Back to top button