Kujerê ciwanê Kurd Kurkut ku li Newroza Amedê hatibû kuştin ceza negirt

Dewlta Tirk, polisê ku ciwanê kurd Kemal Kurkutê di Newroza 2017’an de kuştibû, careke din bê ceza hişt.

Xwendekarê zanîngehê yê Kurd Kemal Kûrkût di Newroza Amedê ya 2017’an de bi guleya polîsan hatibû qetilkirin.

Walîtiya Amedê diyar kiribû ku di destê Kurkut de çek hebûye û bi vê yekê xwest kuştina kûrkut ya ji aliyê polîsan ve, rewa bide nîşandan.

Rojnamevan Abdurrahman Gok di kêliya bûyerê de, 8 wêneyên Kurkut li ser hev girtibû û bi belavkirina nûçeyê de, rastiya bûyerê ji her kesî re eşkere bû.

Polisan rasterast Kurkut kirine armanc.

Paşê hat piştrastkirin ku gule ji demançeya polîsê bi navê Yakûb Şenocak derketiye.

Desteya Disiplînê ya Emniyeta Amedê di encama lêpirsîna îdarî de ev polis ji kar rewestan, lê li ser biryara Dadgeha Îdareya Herêma Dîlokê, ew careke din vegerandin kar.

Di 17’ê mijdara 2020’an de Dadgeha Tirk derbarê polîs Yakûp Şenocak de ji ber têrnekirina delîlan biryara beraetê dabû..

Dadgeha Îstînafê ya Herêma Amedê, biryara dadgehê qebûl nekir û carek din doz vekir.

Doh, doza darizandina kujerê Kemal kûrkût yê polîs li 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêkhat.

Careke din dadgeha Tirk biryar li gorî polisê kujer da.

amd-18-01-2023-kurkut-davasi-avukat-serdar-celebi

Parêzerê malbata Kemal Kûrkût, Serdar Çelebî li ser biryara dadgehê ya sosret got:

“Ji destpêka dozê ve armanc ew bû ku polisê kujerê kurkut neyê cezakirin û duh ev yek pêk anîn.”

Di encama djminatiya dewleta tirk ya li hemberî Kurdan kûjer bi tu awayî nayên darizandin.

Berovajî, kesên ku kujeran eşkere dikin û bûyeran zelal dikin tên darzandin û cezakirin.

Rojnamevan Abdurrahman Gok ku wêneyên dema kuştina ciwanê Kurd Kemal Kûrkût girtibûn û nûçeya bûyerê çêkiribû, hat darzandin.

Dadgeha Tirk 6 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Gok birî.

Back to top button