Şêniyên Siwêdayê li dijî hikûmeta Şamê daketin qadan

Şêniyên Siwêdayê li dijî hikûmeta Şamê daketin qadan û banga guhertina hikûmetê kirin. Li başûrê Idlibê jî di nava hêzên hikûmetê û çeteyên dewleta Tirk de şer derket û li vir 2 çete û sivîlek hatin kuştin.

Çalakiyên xelkên siwêdayê li dijî hikûmeta Şamê didomin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku îro careke din şêniyên Siwêdayê li dijî hikûmetê li qadan bûn.

Bi dehan ji şêniyên Siwêdayê li nêzî gora Sltan Başa El-Etreş ya li bajarokê El-Qeriya ya li başûrê bajêr kom bûn û mêtingek li dar xistin.

Şêniyan di çalakiya xwe xwestin ku hikumet bê guhertin û biryara NY ya 2254’an pêk were.

Leşkerên hikûmeta Şamê jî li herêmê belav bûn.

Li başûrê Idlibê şer- 2 çete û welatiyek hatin kuştin

Di aliyê şer di jî, li başûrê Idilbê di navbera Hêzên Hikûmetê û çeteyên “Ensar El-Tewhîd” de şer derket.

Çavdêriyê diyar kir ku vê sibê çeteyan li başûrê Idlibê bi ser nuqetên hikûmetê de girtin û di navbera her du aliyan de şer derket.

Di encmaê de 2 çete hatin kuştin.

Hêzên hikûmeta Şamê jî bi top û mûşekan bê ser û ber êrişî gundewarên başûrê Idlibê kirin.

Li vir jî welatiyek hat kuştin.

Li Dera mayînek teqiya-leşkerekî hikûmetê hat kuştin

Li Derayê jî ji ber tevilheviya li herêmê û rewşa aborî ya xirab, kuştin û dizî zêde bûye.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê eşkere kir ku li qada Besra ya li Derayê, mayînek ji aliyê kesên nenas ve ku hatiye çandin bi erebeyeke hêzên hikumetê ve teqiya.

Di encamê de, leşkerekî hikûmeta Şamê hate kuştin û 3 jî birîndar bû.

Li taxa Sece ya li Dera El-Beled jî cenazeyê leşkerekî hikûmetê hate dîtin.

Back to top button