Kamûran Berwarî: Divê Mesûd Barzanî daxuyaniya xwe sererast bike

Siyasetmedar û Endamê KNK’ê Kamûran Berwarî derbarê hewldanên şerê navxweyî ku PDK dixwaze derxîne de diyar kir PDK li gorî daxwazên dewleta Tirk tevdigere û got, “Ev gavên PDK’ê zirarê dide Kurdan. Pirranî endam û rêvberên PDK’ê li dijî şerê navxweyî ne.”

Siyasetmedar û Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Dr. Kamûran Berwarî derbarê hewldanên PDK’ê yên li ser daxwaza dewleta Tirk a ku dixwaze li dijî PKK’ê şer bike, Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Berwarî diyar kir ew ji ber aloziya heyî bi fikar in û wiha got;

“Ev aloziya heyî di çarçoveya planekê de ye. Kurdistan niha hatiye dagirkirin. Li gorî peymanên navnetewî eskerên dewletên cuda nikarin têkevin herêmê. Lê tevî vê jî dewleta Tirk li gorî peymanê tev nagere. Hem ji hewa de êrîş dike û hem jî li beşayê xwe bi cih dike. Dewleta Tirk nêzî 36 baregeh li Başûr ava kirine.”

Berwarî derbarê daxuyaniya Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî de jî ku rastî nerazîbûnan hatibû, wiha axivî,

“Yê ku got ‘Me dawî li şerê birakujiyê anî’ Birêz Mesûd Barzanî bû. Em li bendê bûn ku Barzanî daxuyaniya ji bo diyalogê bide. Lê ev daxuyaniya wî ji aliyê gel ve wekî îlana şer hat xwendin. Li çar aliyê Kurdistanê li diji şer in. Di nava PDK’ê de gelek pêşmerge û gelek beşên PDK’ê li dijî şer in. Kî piştgiriyê bide şer wê xizmeta dewleta Tirk bike. Ev yek wê zerarê bide gelê Kurd. Wê zerarê bide destketiyên Başûr. Ji ber vê yekê divê Mesûd Barzanî daxuyaniya xwe sererast bike.”

Berwarî: Sedema aloziya heyî dewleta Tirk a dagirker e

Berwarî, da zanîn pirsgirêka Başûr ne hebûna PKK’ê ye û hebûna eskerên tirk yê dagirker e û wiha dewam kir:

“Sedema qeyranê Tirkiye ye. Hikûmeta Başûr jî ketiye bin tesîra dewleta Tirk.”

Back to top button