Erdogan ji bo wergirtina pereyan li Qeterê ye

Nirxê lîreya Tirkî li hemberî pereyên cîhanê bêqîmet dibe. Ji ber vê jî dewleta Tirk bi aloziyeke mezin a boriyê re rû bi rû ye. Weke her carê, Erdogan dîsa heviya xwe bi dewletên Kendavê û taybet jî Qeterê ve girêda.

“Ji bo firotina nirxên Tirkiyê yên mayî, Erdogan diçe Qeterê..”

Bi van gotinan, pisporên aboriyê û hin dezgehên ragihandinê, serdana Erdogan bo Dewhayê şîrove dikin.

Beriya Erdogan, wezîrê wê yê karê derve Mevlût Çavûşoglu doh li Dewhayê bi hempîşeyê xwe Muhamed Bin Casim El Sanî re hevdîtin pêk anî.

Dem civîna aliyan, wezîrê Qeterê eşkere kir ku aboriya Tirkiyê di rewşeke pir xerab de ye.

Gotinên wezîrê Qeterê hişt ku aliyê Tirk di civînê de bihêrs bibe.

Mevlût Çavûşoglu îdîa kir ku Qeter di mijara aboriya Tirkiyê de pir reşbîne û tevî aloziya heyî jî îdîa kir ku aboriya wan li ser asta cîhanê pir mezin dibe.

Dema axaftina Çavûşoglu, nûçegihanê Reutersê ev pirs jê kir:

Hûn ji bo wergirtina pereyan hatine Qeterê?

Di wê kêliyê de ragihandina fermî ya Tirkiyê, weşan birî.

Back to top button