Artêşa Tirk derdora gundê Qumriyê ya bajaroka Amêdiyê topbaran kir

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Çalakî û nerazîbûnên li dijî êrîşan û hevkariya PDK’ê a bi dewleta Tirk re jî zêde dibin.
Li dijî êrişên dagirkeriyê ciwanên ku xwestin biçin Qendîlê û dest bi çalakiya Mertalên Zindî bikin hatin astengkirin.
Serokê Partiya Komunîst a Kurdistanê û endamê KNK’ê Şukrullah Hemedemîn bang li tevahiya Kurdan kirin ku li hember dagirkeriyê bibin xwedan yek helwest.

Dewleta Tirk êrîşên xwe yên dagirkeriyê ser xaka Başûrê Kurdistanê didomîne.

Her dawî jî derdora saetên nîvro artêşa Tirk derdora gundê Qumriyê ya girêdayî bajaroka Amêdiyê topbaran kir.

Hat zanîn ku hinek top li nava gund ketin û ziyanek mezin bi xanî û rezên welatiyan bû.

Mertalên Zindî ku xwestin biçin Qendîlê hatin astengkirin

Li aliyê din jî bertekên dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê ser xaka Başûr di nava şêniyên herêmê de mezin dibe.

Komeleya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Tevgera Jin ên Ciwan ên Têkoşer, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ser Başûrê Kurdistanê wê îro li Qendîlê çalakiya ‘Mertalên Zindî’ bidana destpêkirin.

Ji bo vê yekê komên ji ciwanan ji serê sibehê ve berê xwe dan Qendîlê.

Her wiha gelek welatî jî bi armanca destekdayînê bi rê ketin.

Lê li benda kontrolê ya dawî ya li bajarokê Sengeserê hatin astengkirin. Tevî hemû hewldanan jî, rê li ciwanan nehat vekirin.

Li ser astengkirinê ciwanan xwestin ku bi meşê biçin Qendîlê, lê hêzên asayîşê dest li wan werdan û nehiştin.

Di dema destwerdanê de ciwanek bi sivikî birîndar bû. Her wiha rojnamevanên ku dixwestin bûyeran bişopînin jî hatin astengkirin û li wan xistin.

Komek ji endamên Şandeya Aştiyê ku ji Ewropayê hatibû û li Başûr hevdîtinan dike jî, xwest piştgiriyê bide çalakiyê, lê destûr nedan wan jî ku derbas bibin.

Li ser astengkirinê, girse li ber benda kontrolê li hev kom bû û daxuyaniyek da çapemeniyê.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de helwesta asayîşê şermezar kir û got ku ew bi ti awayekî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û êrişan bêdeng nemînin.

Her wiha bang li hemû ciwanên Kurdistan û derveyî welat kir da ku tevlî pêngava ‘Cenga Azadiyê’ bibin.

Serokê KKP’ê Sînan Çîfyurek: Divê Kurd li hember dagirkeriyê bibin yek

Ji aliyê xwe ve, Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek anî ziman ku Tirkiye dixwaze statuyên Kurdan ji holê rake, lewre tevahiya Kuran li hember van polîtîkayan bibin xwedan yek helwest û dijî şerê birakujiyê rabin.

Şukrullah Hemedemîn: Pêwîstî bi helwesteke girseyî heye

Endamê KNK’ê Şukrullah Hemedemîn jî berteka xwe dijî êrîşên dagirkeriyê ser Başûr anî ziman û got ku Enqere hewl dide ku bi behaneya PKK’ê Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Pêşmergeyê Dêrîn Mihemed Welî: Ger PKK nemîne, DAIŞ dê bikeve Qendîlê

Her wiha Pêşmergeyê Dêrîn Mihemed Hacî Welî jî yê ku ji ber şerê birakujiyê dest ji pêşmergetiyê berdaye got ku PDK niha hewl dide ku bi fermana Tirkiyê şerekî birakuijiyê derxe.

Mihemed Hacî Welî got ku eger PKK li Qndîlê nemîne, DAIŞ dê lê bi cih bibe.

Pêşmergeyên Dêrîn bang li tevahiya kurd û partiyên siyasî kir ku li hember dijmin bibin xwedan yek deng, dest û helwest.

Back to top button