Artêşa Tirk ser sînorê navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê kolberek kuşt

Leşkerên Tirk li ser sînorê navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê kolberekî 20 salî yê ji Rojhilatê Kurdistanê kuşt.

Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirov a Kurdistanê, li ser sînorê navbera Bakur û Rojhilatê Kurdistanê leşkerên Tirk komek kolber gulebaran kirin.

Hat gotin ku di encama gulebaranê de kolberê bi navê Ezîz Mihmedzade yê 20 salî hat kuştin.

Ezîz Mihmedzade ji Qizil Erxa Makoyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye.

Hat zanîn ku cenazeyê Mihmedzade ji bo nexweşxaneya Wanê hat veguhestin û heta niha rayedarên Tirk cenaze radestî malbatê nekirine.

Back to top button