Meclîsa Leşkerî ya Girê sipî bi serok eşîrên Girê Spî û Eyn Îsayê re civînek li dar xist û pêşketinên siyasî yên dawî gotûbêj kirin.
Di civînê de zêdeyî du sed kesayetên eşîran amade bûn, û piştgiriya xwe ji Rêveberiya Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokrat re anîn ziman.
Her wiha rûspiyan erîşên dagirkeriya Tirk yên li ser herêmê şermezar kirin.
Serokê Meclîsa Leşkerî ya Girê Sipî, Riyad Al-Xalaf, axivî û diyar kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê hewildidin ku tevahî gundên Girê Sipî yên mayî dagir bikin.
Riyad Al-Xalaf diyar kir ku hêzên wan yên leşkerî amade ne ku bersiva hemû êrîşan bidin.
Di dawiyê de beşdaran bal kişandin ser giringiya hevgirtina eşîran û diyarkir ku ewê bibin yek û li ber hemû êrîşên ewlekarî û aramiya bakur û rojhilatê Sûriyê dikin hedef, bisekinin.