14 roj in şêniyekî Dêrikê li ser “Pêşxabûrê” girtî ye û agahî jê tune ne

Ji 7 Hezîranê de, ciwanê ji Rojavayê Kurdistanê Ciwan Ebdulkerîm li ser dergeha Pêşxabûrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin.
Derbarê girtina wî de birayê wî Mûaz Ebdulkerîm ji televezyona me re diyar kir heya niha çarenûsa Ciwan nediyar e.
Muaz Ebdilkerîm destnîşan kir ku ji ber MÎT a Tirk Başûrê Kurdistinê birêve dibe, ew derbarê jiyana Ciwan de bi bikar in.

Ev 14 roj in, Ciwan Ebdilkerîm yê ji bajarê Dêrikê ji aliyê PDK’ê de hatiye revandin û çarenûsa wî ne diyar e.

Ciwan Ebdulkerîm, ji bo dermankirina dayîka xwe ya nexweş berê xwe dide Başûrê Kurdistanê, lê li ser sînor tê revandin.

Li gorî agahiyan, ji ber Ciwan berî niha di nava Rêveberiya Xweser û YPG’ê kar kiriye, hatiye revandin û tu agahî jî, jê nayên bidesxisitin.

Di vê derbarê de birayê wî Mûaz Ebdulkerîm ji bernameya Îroj ya Televezyona me re axivî

Mûaz diyar kir ku birayê wî niha kesekî sivîl ne girêdayî tu saziyan e û sedema girtina wî heya niha nehatiye zanîn.

Mûaz destnîşan kir ku Bi girtina birayê wî ew gihêştina bawariyeke ku MÎT a Tirk Başûr bi rêve dibe.
Û ew ji ber jiyana Ciwan bi fikar in ku di destê MÎT ê de ye

Di dawî de birayê Ciwan Ebdilkerîm, Mûaz Ebid Ebdulkerîm bang li aliyên pêwendîr kir ku bi lez çarenûsa birayê wî diyar bikin.

Back to top button