Bi tevlêbûna nava PKK’ê ez ji nûve ji dayîk bûm

Gerîlaya bi navê Rûken Kobanê ku ji bajarê Samsûnê yê herêma Behra Reş a Tirkiyê ye 7 sal in beşdarî nava refên PKK’ê buye.
Gerîla Rûken dibêje ew bi tevlêbûna nava PKK’ê pê hisiyaye ku ji nûve ji dayîk buye.
Gerîla Rûken dibêje piştî ku wê PKK nas kiriye, dîtiye ku dewleta Tirk terorîst e û xwest ji malbata xwe û gelê Tirk re behsa PKK’ê bike.

Tevgera Azadiya Kurdistanê, ji bo her mirovê ku li azadiyê digere meskene.

Gerila ya ji Samsûnê, Rûken Kobanê ya 28 salî ji wan jinan e.

Rûken di sala 2014’an de tevlî nava PKK’ê dibe.

Rûken beşdarbûna xwe ya nava PKK’ê weke ji nûve vejînê digre dest.

Rûken diyar kir ku herî zêde bandûr lê kirî,paradigma û bîrdoziya Rêber Apo û hevaltiya di nava PKK’ê ye.

Rûken Kobanê dibêje; rêhevaltiya di nav PKK’ê de wekî ku şehîd Kemal Pîr gotiye ‘avakirina yekîtiya ruh e’.

Di her şertan de karibe her tiştî bi rêhevalên xwe re par ve bike, ji qetek nan bigire heya fedakirina canê xwe.

Di astengiyên herî mezin de dema ku em bi rêhevalên xwe re ne û piştgiriyê didin hev, hêza herî mezin e ku PKK’ê li ser pêyan dihêle eve.

Gerîla Rûken da zanîn ku dinava PKK’ê de ji hemû netew, ol û zimanên cuda gêrila hene û bi hev re hevaltiyek xurt didin meşandin.

Dewleta Tirk terorîste û kujerê zarokan e

Gerîlaya ji Samsûnê Rûken Kobanê di dawiyê de li ser polîtîkayên dewletê ev tişt got;

Ne PKK’, dewlet kujerê zarokan e, îro pergala dewletê her kesî qir dike.

Ji ber vê jî tu bingeha van gotinên dewletê yên li ser Rêbertî û kadroyên PKK’ê tune ye.

Min baş dît ku ev hemû polîtîkayeke qirêj e.

Back to top button