Emîn Elîko: Tirkiyê plan dike û PDK’ê pêk tîne

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Emîn Elîko diyar kir ku peymana li ser Şengalê firotina Şengalê, di bazareke berjewendiyên dewletên cîhanê de ye.

Elîko piştrast kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê û APK’ê hewl didin bi rêya vê lihevkirinê, aloziyên xwe yên navxweyî veşêrin.

Li gorî Elîko, ji ber Şengalî bi sedan şehîd oxir kirine, ji mafê wan e, xwe bi rê ve bibin.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD’ê Emîn Elîko, bang li hêzên Kurdistanî, civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan kir ku sînorekî ji dagirkeriya Tirk re deynin.

Her wiha bang li Êzidiyan kir ku xwe bi rêxistin bikin û li hemberî hemû lihevkirinên ku wan û çanda wan a kevnar dikin armanc, bisekinin.

Back to top button