1506 kesayetên Kurd: Şerê navxweyî tofan e.. Em li ser maseya diyalogê rûnin

Hezar û 506 kesayetên navdar ên Kurd bi danezaneke hevpar li dijî hewldanên şerê navxweyî derket. Kesayetên Kurd bi slogana “Şerê navxweyî ji bo Kurdan tofan e, wê piştî 100 salî derfetên dîrokî ji holê rakin” banga diyalogê li hemû hêzên Kurd kir.

Dr Zerdeşt Haco, Kardo Bokanî, hûnermend Nejmedîn Xulamî, Şiwan Perwer, siyasetmedar Kadar Pîrî, Hamîd Bozalsan, Yuksel Koç, Mihemed Bellî jî di nav de, hezar û 506 kesayetên Kurd ên çar beşên Kurdistanê têkildarî daxuyaniya Barzanî, egera rûdana şerê navxweyî û ziyanên wê, danezanek bi par ve kir..

Danezana ku bi sernavê “Şerê navxweyî tofan e, aştiya navxweyî azadî ye” hate weşandin, wiha ye:

“Di van rojên dawî de, bilindbûna rakêşa navbera PKK-PDK’ê ya, di nava Kurdan da rê ji metirsiyên kûr re vedike.

Di encamê de, wê bandor li hemû Kurdistan û Rojhilata Navîn bibe û pirsgrêkek neteweyî û herêmî derkeve.

Di vê pêvajoya ku Rojhilata Navîn ji nû ve tê sazkirin de, ji bo Kurd di welatê xwe de bibe xwedanê mafê jiyana azad, divê li ser armanc û stratejiyek hevpar hemû partî, rêxistin û hêzên leşkerî yên Kurdan werin cem hev.”

Di danezanê de, îşaret bi malkwêraniya ku dê ev şer bi xwe re bîne, hate kirin û ji bo çareseriyê diyalog hat nîşandan.

Her hezar û 506 kesayetên navdar ên Kurd di dawiyê de ev tişt anî ziman:

“Em rewşenbîr, hunermend, rojnamevan û nivîskarên Kurd naxwazin weke temaşevan li hember vê rêveçûna xeter a navenda wê Başûrê Kurdistanê ye, rawestin.

Em ji bo diyalogek avaker û piştgiriya navxweyî, hemû aliyên têkildar vedixwînin hewldan û xîretê.

Back to top button