Şêniyên Dêrazorê cenazeyê şehîd Ronî Welat ber bi Qamişlo ve oxirkirin

Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê ji bo oxirkirina şehîd Ronî Welat , merasîmeke bi heybet li dar xist.

Bi bêşdariya meclisên leşgerî, şêx û rûspiyên eşîran li akadîmiya leşgerî ya Dêrazorê merasîmên oxirkirinê pêk hat.

Endamê Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê Loqman Xelîl axivî û got:

“Rêheval Ronî ji bo avakirina hêzek li gorî pîvanên Neteweya Demokratîk û parastina destkeftiyên gelan, li gelek şer yên li Bakur û Rojhilatî Sûriyê tekoşiya.

Ji bo vê tekoşînê bêyî ku zehmetiyan nasbike, kar û xebatên xwe berdewam kir û gihişt asta şehadetê.”

Loqman Xelîl diyar kir ku ji ber xebata şehîd Ronî ya li Dêra Zorê wan ev merazîm li herêmê pêk aniye û ev tişt anî ziman:

Ji ber ku şêniyên Dêra Zorê şehîd Ronî weke zarokê xwe dibînin û himbêz kirin, merasîm li herêmê pêk hat.

Fermandarê QSD’ê soza pêkanîna armancên şehîdan da û wiha dawî li axaftina xwe anî.

“Em deyndarê wî ne. Em bigihêjin tişta şehîd Ronî ji bo wî şer kirî.”

Cenaze piştî axaftinan ber bi Qamişlo ve hate oxirkirin.

Endamê meclisa QSD’ê ya leşkerî û endamê fermandariya Meclisa Dêra Zorê Ronî Welat 5’ê Kanûna 2023’an li Dêra Zorê şehîd bû.

Back to top button