Li PE konferansa Kurd: Şoreşa Rojava yekemîn şoreşa jinê ya li Rojhilata navîn e

Konferansa Kurd a li Parlamentoya Ewropayê bi panela li ser têkoşîna jinan dewam dike.
Di panelê de hat destnîşankirin ku Şoreşa Rojava yekemîn şoreşa jinê ya li Rojhilata Navîn e.

Rûniştina çaremîn konferansê ji Zanîngeha Middlesex a Londonê Şîlan Fuad Husên birêve bir.

Di rûniştina bi sernavê “Jiyana Azadiyê – Perspektîfên Jinê” de li ser têkoşîna jinan bi perspektîfeke berfireh axaftin hatin kirin.

Enstîtuya Lêkolînên Qada Cîhanî ya Elman Dastan Jasim bi sernavê “Siyaseta Derve ya Femînîst: Nakokî û Vebijêrk” pêşkêşiyek kir.

Dastan Jasim bal kişand ser serhildana Jin Jiyan Azadî ya ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û diyar kir ku jixwe ev dirûşma li Kurdistanê demek dirêje tê bikaranîn.

Ji Zanîngeha Parîsê Soheyla Şehryarî bi sernavê “Şoreşa Jinê û Rojhilata Navîn” pêşkêşî kir.

Soheyla Şehryarî li ser dîroka têkoşîna femînîst a li Îran, Tirkiye, Sûriye, Iraq û Lubnanê rawestiya û bal kişand ser aliyên wê windabûyî.

Soheyla Şehriar got,

“Dikare bê gotin, yekemîn şoreşa jinê ya li Rojhilata Navîn şoreşa zayendî ya civakî ya Rojava ye.”

Soheyla Şehryarî anî ziman ku li gel şer jî Rojava ji gelek xebatên civakî re cih vekiriye.

Soheyla Şehriar daxuyand ku li aliyê din ên cîhanê di aliyê mafên jinan de paşketin çêbûye lê li Rojava bihêztir bûye.

Tecrîd di heman demê de li dijî têkoşîna azadiya jinê ye

Ji Navenda Jineolojiyê ya Brukselê Elîf Kaya bi sernavê “Jin, Jiyan, Azadî: Banga Konfederalîzma Jinên Demokratîk a Cîhanê” pêşkêşî kir.

Elîf Kaya diyar kir ku “Jin jiyan azadi” ji dirûşmekê wêdetir li ser bingeheke berfireh hatiye avakirin û got;

Eger weke civak têkoşîn bidomîne, serkeftin pêkan e.

Elî Kaya bal kişand ser têkiliya di navbera tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiya jinê de û destnîşan kir ku tecrîd di heman demê de li dijî azadiya jinê ye û got, “Ji ber vê yekê azadiya Birêz Abdullah Ocalan gelekî girîng e.”

Di panelê de Parlamentera Partiya Çep a Almanyayê Ozlem Alev Demîrel bi pêşkêşiya bi navê “Jin û Siyaset: Li dijî şer bi hev re têdikoşin” bû axaftvana dawî ya panelê.

Ozlem Alev Demîrel anî ziman ku li dijî şer yekbûn gelekî girîng e û destnîşan kir ku li dijî şer tenê bi têkoşîna hevpar dikarin bi ser bikevin.

Back to top button