YRD: Em şehîd Seyîd Evran bi rêzdarî bi bîr tînin

Koordînasyona YRD’ê jî derbarê şehadeta Seyîd Evran de peyam weşand û ew bi rêzdarî bibîranî.
YRD’ê bal kişand ser mîrateya wî û got: “Em ê xwedî li ala hevrêyê xwe Seyîd Evran derkevin ku her tim bilind kiriye.”

Koordînasyona YRD’ê ji ber şehadeta rojnamevan Seyîd Evran daxuyaniyek weşand û ew bi rêzdarî bibîranî.

YRD’ê destnîşan kir ku Seyîd Evran cihê xwe yê rûmet di nava şehîdên çapemeniya azad de girt û wiha hat gotin:

“Me yek ji pêşengên kevneşopiya xwe ya Çapemeniya Azad hevalê Seyîd Evran winda kir.

Hevalê me Seyît Evran jî cihê xwe yê bi rûmet di nava şehîdên me yên Çapemeniya Azad de girt.

Di rêxistin û pêkanîna xebatên giştî û xebatên Çapemeniya Azad de erk û rol girt ser xwe.”

YRD: Seyîd Evran herdem bû dengê gel û gerîla

YRD’ê bibîr xist ku Seyîd Evran weke endamekî hêja yê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê wezîfe û berpirsyariyên xwe yên li hemberî gelê xwe bi cih anî û ti carî têkîliya xwe ya bi Çapemeniya Azad re qut nekir û got,

“Timî gel bi zane kiriye û bûye pênûs û dengê gerîla.”

YRD’ê diyar kir Seyîd Evran 35 salên jiyana xwe diyarî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê û xebatên rêxistinkirina Çapemeniya Azad kir û wiha dewam kir:

“Hevalê Seyîd Evran di vê jiyana watedar û nirxdar de bi enerjî we ya bêdawî, hêz û îradeyeke mezin xebat meşand.

Di perwerdehiya Akademiya Gurbettellî Ersoz û rêxistinkirina xebatên Ajansê de rolek girîng lîst.

Bi nivîsandinan sedan gotar, dosyayên nûçeyan, kişandina wêne û dîmenên kamerayan, bû dengê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û gel û hemû mirovahiyê.

Seyîd Evran ku şopdarê xeta Apocî ye, ji bo nûnertiya vê yekê bike û di jiyan û xebatên xwe de xwedî kedeke mezin e.”

YRD: Em ê xwedî li ala Seyîd Evran derkevin ku herdem bilind kiriye

Koordînasyona YRD’ê da zanîn ku bi şehadeta Seyîd Evran di Çapemeniya Azad de valahiyeke ku cihê wî nayê dagirtin derket holê û wiha bi dawî kir:

“Lê çawa ku valahiya Mûsa Anter, Cengîz Altun, Ferhat Tepe, Gurbetellî Ersoz bi hevrêyên wan tije bû, wê ev valahî jî bi hevrêyên wan ên mîrateya Seyîd Evran bi dest xistine, dagirin.

Weke YRD’ê em ê ala ku hevrêyê me Seyîd Evran her tim bilind kiriye biparêzin û dilsozê bîranîna wî bin.

Hevrêyê me Seyîd Evran wê di refên herî pêş ên vê têkoşînê de cihê xwe bigire û wê rê nîşanî me bide.”

Back to top button