Ji ber lehiyan li Îtalyayê 36 hezar kesan malên xwe terikandin

Di destpêka vê hefteyê de li herêma Emilia Romagnayê ku dikeve bakurê Îtalyayê, ji ber barana zêde lehî rabûn û 36 hezar kes neçar man ku malên xwe biterikînin. Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni ku li Japonyayê tev li Lûtkeya Serokan a G7’ê bûbû, ji ber karesata li welêt neçar ma ku zû vegere.

Di destpêka vê hefteyê de li herêma Emilia Romagnayê ku dikeve bakurê Îtalyayê, ji ber barana zêde lehî rabûn

Li gorî nûçeya Euronewsê;

Rêveberiya herêmê da zanîn ku bi taybet jî şêniyên gundên biçûk ji ber xetereya hezazê ya piştî lehiyan neçar man ku malên xwe biterikînin.

Rêveberiya herêmî ji bo herêmê “Alarma sor” ragihandibû û hat zanîn ku heman hişyarî ji bo roja yekşemê jî derbasdar e.

Ji ber karesata lehiyê heta niha li herêmê 305 hezaz çêbûne û rêyên nêzî 500 gundan jî hatine girtin.

Her wiha 36 hezar kes neçar mane ku malên xwe biterikînin.

Her wiha ji ber lehiyan ceyranên bi hezaran malên li herêmê jî qut bûne.

Tê gotin ku li hinek noqteyan yekîneyên artêşê daketin qadan, xebat dan destpêkirin û alîkariyê didin gel.

Wezîrê Ewlehiya Hawirdor û Enerjiyê Gilberto Pichetto têkildarî mijarê bi radyoyekê re axivî û got;

Dê ji bo herêma Emilia Romagnayê ku bandoreke giran li ser çêbûye “Rewşa karesatê” ragihînin.

Di encama karesata lehiyan a li herêmê de 14 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû.

Serokwezîra Îtalyayê ji ber karesatê ji lûtkeya g7’ê zû vegeriya

Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni ku li Japonyayê tev li Lûtkeya Serokan a G7’ê bûbû, ji ber karesata li welêt neçar ma ku zû vegere.

Li Îtalyayê bîlançoya lehiyê giran bû

Back to top button