Encamnameya 18’emîn konferansa Kurdan a ku li Parlamentoya Ewropayê

Encamnameya Konferansa Kurdan a 18. a li Parlamentoya Ewropayê hatî lidarxistin eşkere bû.
Di encamnameya koferansê de, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî di nav de, çend daxwaz hatin kirin.

6’ê Kanûnê li Parlamentoya Ewropa Konferansa Kurd a 18. a hate lidarxistin.

Îro jî encamnabeya konferansa li paytexta Belçîka Brukselê hate lidarxistin eşkere bû.

“Divê li dijî tecrîdê li gor pyemanên ye û ke tedbîr were girtin”

Di encannameyê de tecrîda giran kirî a li dijî Rêber Apo hate bibîrxstin û hat gotin:

“Divê li dijî tecrîdê tedbîrên ku çavkaniya xwe ji peymanên Konseya Ewropayê (KE) û Yekîtiya Ewropayê (YE) digirin, bêne girtin.”

“Êrişên Tirkiyê bêaramiyê kûr dike û demografiyê diguhere”

Her wiha li ser zext û êrişên dewleta Tirk jî ev tişt hate gotin:

“Binçavkirinên siyasetmedarên Kurd gelekî zêde bûye.

Êrîşên hewayî yên li ser Bakurê Sûriyeyê zêde bûne.

Di êrişan de, kesên sivîlan têne kuştin.

Ev êriş gefê li aştiya Rojhilata Navîn dixwe, bêaramiyê kûr dike û demografiyê diguhere.”

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku li Tirkiyê yek ji pirskirêka sereke jî çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd e.

“Divê tecrîd rabe Abdullah Ocalan were berdan”

Di dawiya encamnameya konferansê de, çend daxwaz hatin kirin:

* Divê Yekîtiya Ewropayê berpirsyariyên xwe yên Peymana Lozanê berçav bigire û li gorî daxwazên rapora Tirkiyeyê ya Parlamentoya Ewropayê tev bigere.

*Divê demildest rapora serdana dawî ya CPT’yê ya Îlona 2022’an ya ji bo Îmraliyê bê weşandin. CPT zextê li Tirkiyeyê bike da ku tecrîd were rakirin.

* Konseya Ewropayê divê pêşî li ber hemû binpêkirinên Tirkiyeyê yên li ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, bigire.

*Divê tavilê binçavkirina Abdullah Ocalan were bidawîkirin û di çarçoveya qanûna “Mafê Hêviyê” de were berdan.

Li PE konferansa Kurd: Şoreşa Rojava yekemîn şoreşa jinê ya li Rojhilata navîn e

Back to top button