Greco: Performansa Tirkiyeyê ya li dijî gendeliyê nebaş e

Koma Têkoşîna Dijî Gendeliyê ya Ewropayê rapora xwe ya sala 2022’an eşkere kir.
Komê diyar kir ku 10 welatan pêşniyarên heyî pêk neanîne.
Tirkiye yek ji welatên sereke yê di raporê de cihê xwe girtî ye.

Koma Têkoşîna li Dijî Gendeliyê ya Ewropayê (GRECO) têkîldarî rewşa gendeliyê li Tirkiyê hişyarî da.

Li gorî wê yekê rewşa li Tirkiyê nebaşe.

Di rapora GRECO ya 2022’an de ku di nava Konseya Ewropayê de tevdigere, Tirkiye jî di nava wan 10 welatan de ye ku pêşniyarên heyî pêk neanîne.

Li gorî raporê, Tirkiyê ji 31 ​​pêşniyarên GRECO’yê yên der barê wekîl, dadger û dozgeran de ji sedî 51,6 bi cîh neaniye.

Her wiha ji sedî 38,7 nîv bi cîh aniye, ji sedî 9,7 bi temamî pêk aniye.

Di van daneyên dawî de derket holê ku li gorî sala 2021’an Tirkiyê ti guhertineke erênî pêk nehatiye.

Di nav 10 welatên ku GRECO di têkoşîna li dijî gendeliyê de wek welatên herî neserkeftî nîşan da, ligel Tirkiye, Ermenistan, Belçîka, Almanya, Awûstûrya, Macaristan, Danîmarka, Luksemburg, Malta, Danîmarka, Moldova jî hene.

Back to top button