Ji ber erdheja şevê din, li Helebê avahî hilweşiyan û birîndar çêbûn.
Ji herêma Helebê nûçegihanên me ragihandin ku hejmara birîndaran gihişt 10’an.
Ji ber erdhejê, Şevê din şêniyên taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê yên Helebê jî, ji malên xwe derektin.
Hat ragihandin ku li taxên Bustan Paşa, Salihîn û Ferdos ên Helebê, hejmarek avahiyên ku di erdheja 6’ê Sibatê de ziyan dîtibûn, hilweşiyan.
Li gorî rayedarên Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li Şêxmeqûsdê, gelek rewşên tirs, daketina tansiyon û birîndar çêbûne.
Nuçegihanên me ji Helebê ragihandin ku hejmara birîndaran ji serî gihişt 10′ an.
Li aliyê din jî, Şaradariya gel, gor derfetên xwe avahiyên zêde zirar dîtine, hildiweşîne.