Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar tecrîda li dijî Rêber APO weke qetlîama hiqûqê pênase kir û got: “Divê her kes wêneyê vê tecrîdê bibîne.”
Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê tev li bernameya pîrozkirina Cejna Qurbanê bû.
Rêveberên partiyan, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatî tev li bernameyê bûn.
Hevberdevk Çîgdem Kiliçgun Ûçar di bernameyê de axivî û bal kişand tecrîda li dijî Rêber APO.
Ûçar girtina rojnamevan Merdan Yanardag ku li tijî tecrûdê derketibû şermezar kir û wiha got:
“Girtina Yanardag mînaka bêhiqûqiya li welêt e.
Lê ji bo me ya herî girîng bêhiqûqiya li ser birêz Ocalan e ku qetlîamek hiqûqê ye.
Her kesê ku li vî welatî dijî divê vê dîmenê mezin ê tecrîdê bibîne.
Heya ku em li ber vê qetlîama hiqûqê re serî ranekin, îro Merdan Yanardag û sibê jî kesên din dê bi vê bêhiqûqiyê re rûirû bimînin.”