Însîyatîfa Hevgirtinê ya Li Dijî Darvekirinê diyar kir ku divê daxwazên Dag û Er bên qebûlkirin û bang li raya giştî kir ku li ser mijarê bi hestiyar tevbigerin.
Însîyatîfa Hevgirtinê ya Li Dijî Darvekirinê têkîldarî rewşa Mazlûm Dag û Abdurrahman Er ên ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birîn daxuyaniyek da.
Însîyatîf diyar kir ku Mazlûm Dag û Abdurrahman Er li hemberî li xwekirina cilên bi yek tîp, kiryarên xirap û pêkanîna hucreya yek kesî, 44 rojin di greva birçîbûnê de ne û ev tişt anî ziman:
“Rewşa tenduristiya Dag û Er her ku diçe xiraptir dibe.
Xizmên Dag û Er diyar kirin ku vîtamîna B1 ya ku divê ji bo çalakgerên di greva birçîbûnê de ne bê dayîn, nayê dayîn
û anîn ziman ku gelek kîlo dane û dema dirabin serxwe zehmetî dikşînin.
Herwiha ragihandin ku ew nikarin xwe bigihînin rayedarên girtîgehê û hewldanên parêzeran jî bê encam dimînin.”
Însyatîf bang li raya giştî kir ku li ser mijarê bi hestiyar tevbigerin.
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK têkildarî Dag û Er daxuyanî da