Endama Rêveber a Nivîsgeha Têkiliyan a MSD′ê Zeyneb Qember diyar kir ku Însyatîfa Rêveberiya Xweser asoyên nû vekirin.
Zeyneb Qember diyar kir ku Însyatîfa Rêveberiya Xweser li nava sûriyeyiyan deng veda û got:
“Însyatîfa Rêveberiya Xweser di vê demê de dergeheke ji bo berjewendiyên gelê Sûriyeyê ye.
Ev Însyatîf xwedî gelek weteyan e ..
Deriyê diyalogê li pêş welatiyên Sûriyeyê û demokratan vedike. ”
Zeyneb li ser rola jinan di çareseriyê de jî got:
“Divê jin di Sûriyeya nû de di hemû aliyan de xwedî beşdariyî bin.
Ger nebû, dê ev çareserî demkî bin û neyên qebûlkirin.”
Zeyneb dawiyê tekez kir ku ew ê destekê bidin diyalogên sûriyeyiyan, da ku rola jinan pêşeng be.