Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî tecrîdê bertek zêde dibin.
Di vê çarçovê de şêniyên Minbicê banga bi dawîkirina tecrîdê kirin û gotin:
“Heta azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk were wê têkoşîna xwe bidomînin.”
Derbarê mijarê de welatiyê bi navê Ednan Xelîfe got:
“Rêber Abdullah Ocalan xwedî projeyeke navneteweyî ya rizgarkirina tevahî gelên bindest, rizgarkirina gelên Rojhilata Navîn e.
Projeya wî, ji bo hemû pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, mifte ye.
Em ê di têkoşîna xwe bidomînin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk tê.”
Li aliyekî din jî welatiya bi navê Nesrîn El Elî wiha anî ziman:
“Rêber Abdullah Ocalan zêdetirî 24 salan e di tecrîdeke giran de ye
dewleta Tirk a dagirker xwedî dîroka tijî binpêkirinên li dijî girtî û gelên herêmê ye.
“Fikrên Rêber Abdullah Ocalan azadî da tevahî pêkhateyên ”