Dorpêç li ser xebatên Heyva Sor neyînî bandor dike

Dorpêça hikumeta Şamê ya li ser Şehba, taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya Helebê didome.
Ji ber dorpeçê şêniyên heremê nikarin pêwîstiyên xwe yê bingehîn ê jiyanê bi dest bixin.
Nexweş nikarin xwe derman bikin û saziyên civakî jî karê xwe rabin.

Tekîldarî mijarê rêveberê Heyva Sor a Kurd a Kampa Berxwedan Heyder Reşîd axivî û ev tişt anî ziman:

“Dorpêç bandor li karê me jî kir ku em êdî nikarin dermanên pêwîst ji nexweşan re peyda bikin.

Di kampan de nêzî 750 malbat hene, şênî û bi taybetî zarok bi nexweşên bilindbûna pileya germahiyê û navçûyînê û nefestengbûnê rû bi rû ne.”

Eger hikumeta Şamê vê dorpêçê bidomîne dê kareseteke mirovî li kantonê rû bide.”

Li taxa Eşrefiyê ya Helebê ji ber dorpêçê welatiyek jiyana xwe ji dest da

Welatiyê bi navê Selah Mihemed Hebeş li taxa Eşrefiyê ya Helebê di encama ketina kevirekî ji avahiyên taxê de jiyana xwe ji dest da.

Di vê bûyerê de hikumeta Şamê ya ku dorpêça xwe didomîne û rê nade madeyên çaksaziyê derbasî taxên dorpêçkirî bibin, tê tohmetbarkirin.

“Em ji hêmanên jiyanê mehrûmin”

Back to top button