Misir: Hebûna Tirkî li Sûriyê gefê ser hemû herêmê dixwe

Wezîrê Karên Derve yê Misirê, Samih Şikirî, li ser hebûna artêşa Tirk li Sûriyê nerazîbûna xwe nîşan da û banga tevlkirina hemû aliyên Sûrî di Komîtiya Destûrî ya Sûrî de.

Wezîrê Karên Derve yê Misirê, Samih Şikirî bi riya teknîka “Fîdyo Konferans” tevlî civîna wezîran a grûpa biçûk a derbarê aloziya Sûriyê bû.

Samih Şikirî derbarê hebûna hêzên dewleta Tirk ser xaka Sûriyê berteka xwe nîşna da.

Şikirî li ser girîngiya pêşîlêgirina metirsiya terorîstan û yên piştgiriya wan dikin bi taybet li Idlib û bakur rojavayê Sûriyê destnîşan kir.

Wezîrê Karên Derve yê Misirê diyar kir ku hebûna leşkerî ya Tirkî li Sûriyê ne tenê gefê li Sûriyê dixwe, lê gefê ser hemû herêmê dixwe.

Samih Şikirî di dawiyê de piştgiriya welatê xwe ji bo xebatên Komîteya Destûrî ya Sûrî nîşan da û banga tevlîkirina hemû aliyên Sûrî bi awayekî erênî di komîteyê de kir.

Back to top button