Şêx û rûspiyên eşîrên Ereban ên navçeya Til Hemîsê li dijî êrişên dewleta Tirk bertek nîşan da.
Rûsipiyên eşîran destnîşan kirin ku li dijî dagirkeriya Tirk, çeka wan şerê gel ê şorşgerî ye.
Rûspiyê eşîra Şerabîn a navçeya Til Hemîsê Xalid Nayîf dibêje :
“Dewleta Tirk hewl dide Osmaniya nû ava bike.
Ji lew re gefan li dijî herêmê dixwe..
Artêşa Tirk rojane herêmê bi balafirên bêmirov ên biçek bombebaran dike û welatiyan hedef digire.
Bi wê re hewl dide vîna gelê demokrasîxwaz têk bibe.”
Rûspiyê eşîra El Bo Xalib a girêdayî eşîra Şerabîn Ferec El Hesen jî wiha axivî:
“Dewleta Tirk bi hinceta parastina ewlehiya xwe ya neteweyî , herêmê topbaran dike.
Ev hincet bê bingeh in û ne rastin.”
El Bo Xalib tekez kir ku gelê herêmê li dijî dagirkeriya Tirk şerê gel ê şoreşgerî bingeh digirin û ev bang kir:
“Divê pêkhateyên herêmê hevgirtina xwe xurtir bikin.”