Li Nîvgirava Reykjanes yê Îzlandayê volqanek teqîya

Li Nîvgirava Reykjanesê ya li başûrê rojhilatê Îzlandayê volqanek piştî erdhejên bi hefteyan teqiya.
Yek ji berpirsên Parastina Sivîl û Rêveberiya Rewşa Lezgîn a Îzlandayê Vidir Reynisson diyar kir ku teqîn çend kîlometreyan dûrî bajêr dest pê kir.
Li Nîvgirava Reykjanes a li başûrê paytext Reykjavîkê, 8 sed salî teqîn nebûbû. Lê belê di Tebaxa 2022 û Tîrmeha 2023’an de du teqîn çêbû bûn.

Piştî erdhejên bi hefteyan li Îzlandayê, li Nîvgirava Reykjanesê volqanek teqiya.

Ofîsa Meteorolojiyê ya Îzlandayê (IMO) ragihand ku volqanek li başûrê rojavayê welêt derengiya Duşemê çalak bûye û bi avêtina lav û dûmanê li qadeke berfireh gef li bajarê Grindavik xwar.

Piştî erdhejên li dû hev ên li herêmê, di 11’ê Mijdarê de li dijî îhtîmala teqîna volkanekî “Rewşa Awarte” hatibû ragihandin û rayedaran nêzî 4 hezar niştecihên bajarê masîgiran ê Grindavikê derxistin.

Yek ji berpirsên Parastina Sivîl û Rêveberiya Rewşa Lezgîn a Îzlandayê Vidir Reynisson diyar kir ku teqîn çend kîlometreyan dûrî bajêr dest pê kir.

Her wiha Reynisson anî ziman şikestinên li erdê ber bi bajarok ve dirêj bûn ku bi qasî 40 km li başûrê rojavayê paytext Reykjavik e.

Sala borî jî li heremê teqînek sê hefte dom kir

Balafirgeha Navneteweyî ya Keflavik a ku li nêzî Reykjavikê ye, tevî derengiyan hêj nehatiye girtin.

Îzlanda ku di navbera Ewrasya û Amerîkaya Bakur de, yek ji mezintirîn lewheyên tektonîkî yên li ser planetê ye, cîhê çalakiyên erdhejî û volkanîkî ye ji ber ku her du lewheyên berevajî hev diçin.

Di Adara 2021 de, çalakiyên li volkana Fagradalsall a li herêmê şeş ​​mehan berdewam kirin û bi hezaran geştiyarên xwecihî û biyanî kişandin herêmê.

Di Tebaxa 2022’an de li heman herêmê teqînek sê hefte dom kir û di Tîrmeha îsal de teqînek din pêk hat.

Back to top button