Li Pakistan ji ber lehiyê jimara qurbaniyan gihişt 1061 kesî

Barana zêde ya ku bi mehane li Pakistanê bi bandore, ziyaneke mezin bi xwe re anî.
Ji mara kesên jiyana xwe ji dest dane derket 1061 kesî.
Ji ber baranê nêzî 34 mîlyon kes bandor bûne.

Guherîna rewşa avhewa bi baranên mûsonê re bandoreke zêde li pakistanê kiriye.

Baranên ku ji 14’ê Hezîranê ve despê kirî, welat di nava avê de hiştiye.

Li gorî bîlançoya nû ya Saziya Rêveberiyê ya Felaketên Neteweyî ya Pakistanê (NDMA) di nava 24 saetên dawî de 28 kesên din li ber felaketa lehiyê ketin.

NDMA’yê ragihand ku wan hîn ê xwe negihandine gundên li qadên çiyayî, lewma dibe ku bîlanço girantir bibe.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji ber felaketa lehiyê ya bi barana mûsonê rû da, heta niha herî kêm 1061 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha 1575 kes jî birîndar bûne.

Ji ber barana dijwar heta niha 992 hezar û 871 xaniyan ziyan dîtiye.

727 hezar û 144 lawirên di cihên xwedîkirinê de jî telef bûn.

Bi qasî 33 milyon û 46 hezar kes ji ber baranê bandor dibin.

498 hezar û 442 kes jî di kampên alîkariyê de dimînin.

Pakistan yek ji wan welatan e ku li hemberî guhertina avhewayê di asteke metirsîdar de ye, bêparsatin e.

Rêxistina civakî ya sivîl Germantawtchê ragihand ku Pakistan ji aliyê gefa bûyerên meteorolojîk ve di rêza 8’emîn de cih digire.

Her sal baranên mûsonê yên navbera Hezîran-Îlonê de pêk tên, bandoreke mezin li ser welat dike.

Back to top button