Li Kerkûkê…Çeteyan pêşmergeyek bi hovane qetilkir

Çeteyên ku tê texmînkirin çeteyên DAIŞ’ê bin, li nêzîkî parêzgeha Kerkuk du pêşmergeyan revandin.
Danê siharê cenazeyê pêşmergeyek ku serê wî hatibû jêkirin, hate dîtin.

Çavkaniyek ji polîsên Kerkukê ji Rojnews’ê re ragihand

Ku şeva borî çend çeteyên ne nas nêzîkî bîrên neftê yên Cebel Borî li sînorê parêzgeha Kerkukê du pêşmerge revandine.

Heman çavkaniyê ragihand ku îro danê siharê cenazeyê yek ji wan bi awayek serjêkirî hatiye dîtin.

pêşmergeyê ku cenazeyê wî hatî dîtin bi navê Elî Kake Ebdula Rezaye (39) û serjêkirine.

Pêşmergeyê din yê ku hatî revandin ê bi navê Aram Hadiye heta niha aqûbeta wî ne diyare .

Çavkaniyê da zanîn ku ew texmîn dikin bûyer ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve pêkhatibe.

Back to top button