Cenazeyên 8 kesên ku du roj berê li nexweşxaneya Sikêniyê ya Şengalê bi bombebarana dewleta Tirk a dagirker şehîd bûbûn, duh êvarê bi merasîmeke girseyî hatin oxirkirin.
17’ê Tebaxê di encama êrîşên balafirên dewleta Tirk ya dagirker ya li dijî, nexweşxaneya gundê Sikêniyê yê Şengalê de 8 kes şehîd bûn.
Cenazeyên şehîdan duh bi merasîman ji aliyê Şengaliyan ve û bi awayekî girseyî hatin veşartin.
Li goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a Çiyayê Şengalê jî merasîmek leşkerî pêkhat û li ser navê sazî û rêxistinên Êzidiyan peyam hatin dayîn.
Fermandariya YBŞ û YJŞ’ê soz da civaka Êzidî ku ewê tola şehîdan hilînin.
Rêveberiya Xweser a Şengalê, hikumeta Iraqê berpirsê yekem ê êrîşan dît û bang lê kir ku helwesta xwe beramber êrîşên dagirkeriya Tirk eşkere bike.