Hevserokên KCDK-E’yê bi daxuyaniyeke çapemeniyê navê her sê şehîdan eşkere kir.
Hevserokên KCDK-E’yê diyar kir ku yek ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd jî di nava şehîdan de ye.
Hevserokên KCDK-E’yê li Parîsê daxwiyanî dan.
KCDK-E’yê diyar kir ku kesên şehîd bûne Evîn (Emîne Kara) pêşengeke ji pêşengên Tevgera Jinên Kurd e..
Her wiha ji Tevgera Çandê Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û Abdûllah Kizil in.
KCDK-E’yê dawiya daxuyaniya xwe de ev bang kir:
Divê hemû kurd ji bo şermezarkirina êrişa terorî û şermezarkirina xemsariya Fransa ,tevli xwepêşandana mezin bibin..
Îro, 24’ê Kanûnê roja Şemiyê saet di 12.00’an de wê xwepêşandan bê lidarxistin.