Bi armanca xwedîderketina li hevjînên şehîdan, Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê yekemîn komcivîna Hevjînên Şehîdan li Taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê li dar xist.
Meclisa Malbata Şehîdan a bajarên Helebê bi armanca xwedîderketina li hevjînên şehîdan yekemîn komcivîn li dar xist.
Komcivîn li Hola Elwanê ya Taxa Şêx Meqsûdê bi tevlîbûna malbat û hevjînên şehîdan pêk hat.
Di komcivînê de Rêveberiya Jinên Ciwan a Helebê Cînda Dilsoz perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan ên derbarê xwedîderketina li nirxên pakrewanan xwend.
Her wiha rapora Meclisa Malbatên Şehîdan a kar û xebatên du salan jî hate xwendin.
”bi rêxistinkirina xwe em ê xwedî li nirxên şehîdan derbikevin”
Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Rûşîn Mûsa armanca komcivînê anî ziman û got:
Em hemû xwişk, dayik û hevjînên pakrewanan li hev kom bûne da ku em rêxistina xwe xurt bikin û xwedîderketineke zêdetir li nirxên pakrewanên xwe bikin.
Komcivîn bi nîqaş, pirs û bersivan bi dawî bû.