Kongreya yekemîn a Yekîtiya Êzdiyan li Amûdê li dar dikeve

Kongreya yekemîn a Yekîtiya Êzdiyan bi silogana” Bi yekîtiya me wê Efrîn û Serê Kaniyê rizagar bibe”, li navçeya Amûdê li dar dikeve.

Kongre bi beşdarbûna 200 delegeyan ji hêzên siyasî, leşkerî û saziyên sivîl, û bi dehan Êzdî li hola Beylesan a Amûde dest pê kir.

Di kongreyê de, sirûdên olî ji aliyê zarokên dewreya şehîd Lava Cendo hatin gotin.

Piştre, Wekîlê mîrnîşîna têkiliyên derve ya mala Mîrnîşîna Êzîdiyan Cahûr Elî Bek axivî û lidarxistina kongreyê li Êzdiyên Sûriyê pîroz kir.

Piştî axaftinan, senevizyonek li ser dagirkirina Efrîn û Serê Kaniyê û êrîşên DAIŞ’ê li ser Şengalê hat pêşkêşkirin.

Tê payîn, rêziknameya hindirîn bê xwendin, her wiha Meclisa Giştî bê hilbijartin û bi daxuyaniyekê kongre bi dawî bibe.

Back to top button