4 şehîdên kedê yên Mexmûrê bi merasîmekê hatin veşartin

Îro li Wargeha Penabera a Şehîd Rustem Cûdî 4 welatiyên ku di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmeke girseyî hatin veşartin.

Qeza bi 6 welatiyên Mexmûrê li ser rêya di navbera bajarokên Şirgat û Bêcî ya girêdayî parêzgeha Selahedîn pêk hat.

Di encama qezayê de 4 ji wan jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn.

Şêniyan her çar cenaze bi awayekî girseyî rakirin Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê û merasîmek li dar xistin.

Piştî rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan. Li ser navê xelkê wargehê Hevserokê Meclîsa Gel Hecî Kaçan axivî û sersaxî ji malbata şehîdan xwest.

piştî axaftinan cenaze birin goristana wargehê û spartin axê.

Li Saziya Malbatên Şehîdan ji bo her çar şêniyên wargehê du rojan wê konê sersaxiyê vegirtî bimîn e.

Back to top button