Li Qerebaxê leşkerên Ermenî ku 70 rojin winda bûn, hatin dîtin

Li herêma Qerebax a Çiyayî ku dibin kontrola hêzên Azerbeycanê de ye, bi hevkariya hêzên aştiyê yên Rûsî 6 leşkerên Ermenî ku 70 rojin winda bûn hatin dîtin.

Serokê Civaka Ermenî Araîk Arutyunyan di peyama li ser hesabê xwe yê facebookê belavkirî de wiha got:

Bi hevkariya hêzên Rûs û Xaça Sor li herêmên di bin kontrola Azerbeycanê de xebatên lêgerînê pêk hatin.

70 rojin 6 leşkerên Ermenî yên têkoşîna man û nemanê didan hatin dîtin.

Arutyunyan di peyama xwe de spasiya serokê Rûsya Vladimir Putîn kir û diyar kir ku bi fermana serokê Rûsya xebatên lêgerînê bê navber didomin.

Li herêma Qerebaxa Çiyayî piştî şerê 44 rojan navbera Ermenîstan û Azerbeycanê ku 27’ê Îlonê despê kirî de, 10’ê Mijdarê peymana agirbestê hatibû ragihandin.

Di vê çarçoveyê de, li herêmê ji bo rakirina mayîn û leşkerên winda xebat hatibûn despêkirin.

Back to top button