Li Enbar û Mûsilê 9 DAIŞ’î hatin girtin

Li Iraqê, 9 çete di çarçoveya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de hatin girtin.

Hêzên Iraqê ragihand ku hêzên wan îro li Mûsilê operasyonek pêk anî û di encamê de, 7 DAIŞ’î ku amedekariya êrîşekê dikirin, hatin girtin.

Ajansa Istixbaratî ya Iraqê jî ragihand ku Înê, hêzên wan li parêzgeha Enbar li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyoneke istixbaratî pêk anî û tê de 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Li gorî ajansê, herdu çeteyên navborî, di êrîşa ku li ser Menşet El-Mesna ya li bajarê El-Keramê de rû dabû, alîkar bûn.

Back to top button