10 Hûsî li ser destên artêşa Yemenî hatin kuştin

Li Yemenê, 7 çekdarên Hûsî li ser destê artêşa Yemenî hatin kuştin.

Artêşa Yemenî bi rêya daxuyaneyekê ragihand ku duh di navbera hêzên wan û çekdarên Hûsî de li parêzgehên Se’da û El-Dal’i li bakur-başûrê Yemenê şerekî dijwar rû da.

Artêşê diyar kir ku di encama şer de, herî kêm 7 çekdarên Hûsî hatin kuştin û jimarek hat birîndarkirin, her wiha gelek zirarên madî jî gihişt nuqteyên wan.

Li gorî artêşa welêt, ev yek weke bersiv bo hewldanên Hûsiyan ku hewl dan li herdu parêzgehên navborê bi pêş ve biçin, pêk hat.

Back to top button