Li navçeya Ebexe ya Wanê 13 penaber ji ber sermayê qerisîn û jiyana xwe ji dest da.
Li Taxa Sariçîmen a Navçeya Ebexe ya Wanê, 13 penaber ji ber sermayê qerisîn û jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya Hawar a herêmî ya Wanê, ev 13 penaber ji sînorê Rojilatê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bûn da ku berê xwe bidin ewropa.
Hat diyarkirin ku ev penaber, 10 jê ji Afganistanêne û 3’ê jî ji Kobanê ne.
Nasnameya 3’ê kesî ji Kobanî wiha ye:
Ebdo Ehmed Şêx Ebdil-Rehman ji gungê Xanika Jêrîn
Hevjîna wî Hindirîn Mamed Îbiş jî ji gundê Helincê
Û Azad Hemzê ji gundê Qazaniyê ji herêma Kobanî ne.
Dewleta tirk bi îdiyaye rewşa hewayê û çêbûna aşûtê bi hewara 13 penaberan ve ne çûn, lê gundiyan bi derfetê xwe cenazeyê 13 penaberan rakir.