Serokê Meclisa Dadweriya Iraqê Faiq Zêdan li Sûriyê ye

Serokê Meclisa Dadweriya giştî ya Iraqê Faiq El-Zêdan serdana Şam ê kir û bi Beşar El-Esed re civiya. Di civînê de her du aliyan ji bo xurtkirin têkiliyan li hev kirin.

Sala 2012’an Serokê Sûriyê beşar El-Esede ji bo vemrandina serhildana gel, bi hemû cureyên çekan gelê welatê xwe dikuşt.

Hemû dewletên Cîhanê li ser sûcên Beşar El-Esed têkiliyên xwe yên diblomasî bi Sûriyê re qutkirin û Sûrî ji Komkara Erebî jî hate derxistin.

Erdheja 6’ê sibatê ku navenda wê Tirkiyê bû, bandorek mezin li Sûriyê jî kir.

Helwestên dewletên ereb piştî erdhejê li Sûriyê hatin guhertin û alîkarî ji bo Mexdûrên erdhejê şandin.

Gelek şandeyên erebî serdana Sûrî kirin û piştgiriya xwe ji bo wê nîşan dan.

Faiq Zêdan û Beşar El Esed civiyan

Di vê çarçoveyê de îro Serokê Sûrî Beşar El-Esed, Serokê Meclisa Dadweriya Giştî ya Iraqî Faiq El-Zêdan pêşwazî kir.

Di civînê de danûstendinên ji bo xurtkirina têkiliyên di navbera her du welatan bi encma bûn.

Niha jî, ji aliyê Erbistana Sûidî ve hewldanên ji bo vegera Sûriyê di komkara Erebê pêk tên.

Back to top button