Salih Muslim: Dixwazin Kurdan bê pêşeng bihêlin

Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim di beşa duyemîn a hevpeyvîna li gel Ajansa ANF’ê, îşaret bi armancên êrişên li dijî Bakur û Rojhiltê Sûrî kir. Muslim anî ziman ku armanca hêzên êrişkar ew e Kurdan bê pêşeng bihêlin û Kurdistanê bi temamî ji gelê wê xalî bikin..

Mesele ne PKK’ê û ne jî PYD’ê ye..

Armanc ew e ku gelê Kurd bi tamamî bê pêşeng bihêlin û welatê wan dagir bikin..

Endamê Konseya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim bi van gotinan bal kişand ser hedefa êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê..

A ku niha dibe di çarçoveya konsept û plana çokdanînê de tê kirin. Dixwazin gelê Kurd û pêşengên wê tine bikin. Bê goman ev tevger bi êrişa li dijî PKK’ê ne sînordar e.

Ji hundirê welat bigrin heta dîasporayê, dewleta Tirk li her deverê hebûna Kurdan dike armanca êrişên xwe.

Di esas de Kurdistaneke bê Kurd dixwazin. Ji bo wan tenê Kurdê hevkar xwedî mafê jiyanê ye.

Niha siyaseta ku Tirkiyê li herêma me bicih tîne ev e:

Ji bo Ereban dibêjin;

Hûn rûnin, ez ji we ne aciz im, lê bila Kurd derkevin. Li deverên dagirkirî Tirkmen, Ereb û Ûgûran bi cih dike. Niha jî Efxan li wan zêde kirin.

Salih Muslim anî ziman ku dewleta Tirk ji bo bighêje armancên xwe pêşî hewl dide gelan berde hev û got;

Bi taybet li Rojava dixwazin Kurd, Ereb, Sûryanî û pêkhateyên li ber hev rakin.

Ji Şehba bigirin heta Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û Til Temirê, rojane êriş pêk tên. Bi vê yekê hewl didin mirovan çavtirsandî bikin.

Van êrişan bi hêrseke mezin pêk tînin. Sedema vê jî berxwedana gelan e. Tevî hemû tevgerên qirkirinê jî fûm kirin ku gel serî li hemberî wan natewînin û cihên xwe bernandin.

Salih Muslim: ENKS faşîzma Tirk weke rewa nîşan dide

Muslim diyar kir ku dewleta Tirk di êrişên xwe de hêzê ji helwesta hin aliyên Kurd digre û got:

ENKS faşîzma Tirk rewa dibîne. Bi lîstikên Enqerê yên mîna ’em li dijî PKK û PYD’ê ne’ tê xapandin.

Rastî ne wisa ye. Me ev yek li Efrîn û li cihên din jî dît. Me li Başûr jî ev yek dît. Tevî vê yekê jî ENKS û hin aliyên din faşîzma Tirk weke dijmin nabînin, ne xwedî wê cesaretê ne ku li ber dijmin rabin û bibin yek.

Hinek kesên nerjewendî perest bûne esîrê faşîzma Tirk.

Her kes tişta dewleta Tirk li Efrînê dike dibîne. Tevî vê yekê jî ENSK’ê îra radibe û dibêje, li Efrînê rewşa aram e, herkes dikare vegere warê xwe. Dema vê yekê dikin jî ti carê rewşa heyê weke encama dagirkeriya Tirk nabînin.

Back to top button