Ji welatên Ereban piştevaniya Misir û Sûdanê ya li ser danustanênên bendavê

Bendava Hedasî yek ji mijara herî binakok ya navbera Misir, Sûdan û Etiyopyayê de ye. Ji ber mijara bendavê demên dawî navbera aliyan alozî zêde bû.

Piştî ragihandina danustandinên navbera aliyan ji welatên Ereb piştevaniyek xurt derket. Kuweyt, Îmarat, Urdin û Lîbya keyfxweşî û piştevaniya xwe ya ji bo danustandinan ragihandin.

Krîza Bendava Hedasî sê welatên parzamîna Afrîka aniye pêşberî hev.

Bendava ku weke damara jiyana Etyopya, Sûdan û Misrê ye dibe sedema derketina aloziya navbera aliyan.

Serokomarê Misir Ebudlfeteh Es Sîsî ragihand ku peymanek yekgirtî ya navbera aliyan nêz e.

Piştî vê peyamê ji nava welatên Ereban li ser hev daxuyaniyên piştevaniyê hatin dayîn.

Wezareta Karên Derve ya Kiweytê bi daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Em piştevaniya hewildanên Misir û Sûdan yên ji bo tejîkirina bendav û karanîna wê dikin. Ewlekariya avê ya Misir û Sûdanê, parçeyek herî bingehîn ya qutnebûna netewa Ereban e.

Wezareta Karên Derve ya Îmaratê jî diyar kir ku ew ji dawîanîna krîza derbarê bendavê de keyfxweş in.

Wezîrê Karê Derve yê Urdunê Eymen Es Sefadî têkildarî mijarê peywendiyek telefonî li gel hempîşeyê xwe yê Misirê Samîh Şukrî pêk anî.

Piştî peywendiyê Sefadî bi rêya peyameke li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got:

Em li pişt hevalbendên xwe yên ji bo parastina ava xwe ne. Em piştevaniya Misir ya di mijara çareserkirina pirsgirêka Bendava Hedasî de dikin.

Serokwezîrê Hikumeta Yekitiya Niştimanî ya Lîbya Ebdulhemîd El-Debîbe jî bi peyameke li ser hesabê xwe yê Twitterê ev tişt anî ziman:

Pirsgirêka parastin Misir ya av û netewî, parçeyek ji ewlekariya netewî ya Lîbyayê ye. Em piştevaniya çareseriyeke dadmendane ya ji bo hemû aliyan dikin.

Erebistana Siûdî, Bahreyn û Umman jî li ser mijara Bendava Hedasî piştevaniya xwe ya bi Misir û Sûdanê re nîşan dabû.

BENDAVA HEDASÎ
KRÎZA BENDAVÊ 10 SALIN DIDOME

Krîza Bendava Hedasî ev 10 salin bi tewambarkirinên Etiyopya, Misir û Sûdanê didome.

Bendav ser ava Nîl a Şîn a li sînorê Sûdan-Etiyopya tê avakirin.

Di heman demê de, ev bendava herî mezin ya li parzemîna Afrîka ye.

Etiyopya bi rêya vê bendavê dixwaze ji sedî 90 elektirîka welat hilberîne.

Lê tejîkirina bendavê wê bandorê li ava Nîl ji bike.

Ji ber vê yekê Misir û Sûdan li dijî vê yekê derdikevin û ava Nîl weke xeta Sor bi nav dikin.

Back to top button