Amerîka..Di êrîşên li Waşîngton û California de 6 kes hatin kuştin

Li DYA du êrişên çakdarî yên cuda pêk hatin. Di êrîşên li paytext Waşîngton û eyaleta California de zarokek di nav de 6 kes hatin kuştin.

Li DYA du êrîşên cuda pêk hatin.

Li bajarê Orange yê eyaleta California êrîşek li dijî navendeke kar pêkhat.

Li gorî daneyên despêkê yek jê zarok 4 kes mirin.

Her wiha gelek kes jî birîndar bûne.

Polîsên ku yekser hatin cihê bûyerê êrîşkar bi birîndarî girtin.

Di dema ku lêpirsîn pêk dihat de, têkildarî jimara birîndaran agahiyek zelal nehate dayîn.

Li aliyekî din Polîsên Waşîngton DC, têkildarî êrîşa li başûr-rojhilatê bajarê Congress Heights ku doh pêk hatî agahiyên nû parvekir.

Polîsan diyar kir ku ji birîndaran 2 kes mirine û 3 ji wan jî hîna têne dermankirin.

Êrîş doh li gorî dema herêmê 13:00’an de pêk hatibû.

Li gorî daneyên despêkê ku polîsan parvekirî, 2 jê giran 4 kes birîndar bûbûn.

Polîsên têkildarî êrîşê dest bi lêpirsînê kirî, têkildarî êrîşker ti agahî parvenekirine.

Back to top button