Îro li navenda serdem a bajarê Hesekê, Komîteya Jin a Heyva Sora Kurd civîna xwe ya salane li dar xist.
Destpêkê, hevseroka Heyva Sora Kurd û komîta jin axivî.
Behsa dema nexweşiyan û karesata erdhejê kir.
Her weha lehengiya jinan a di qada mirovî û fedekariyê de, di şexsên şehîdên Heyva Sor a Kurd de hat ziman.
Piştî axaftinan, sînevîzyonek li ser xebat û çalakiyên jinan di nava salekê de hate pêşandan.
Piştire, raporên salane û nîv-salane hatin xwendin û tê de mijarên rêveberî û xebatên jinan di warê tenduristiyê, perwerdehî, danasîna nexweşiyên jineolojîk û derûnî hatin ziman.
Civîn bi nîqaşan û guhdarîkirina pêşniyarên derbarê reş-nivîsa pêveka rêziknameyê ya ji bo Komîteya Jin a Heyva Sora Kurd bi dawî bû.